Skip links

Derçûna ji nav tarîyê: Ronahî

Der barê pêşangehê de

Beriya afirandina kehrebayê, diviyabû xelk xaniyên xwe bi awayinên din ronî bikin.

Çirayên herî berbelav ên zeytê bûn, bi sal û zemanan re û li gor guhertina meraqa mirovan reng û cureyên wan çirayan hatin guhertin, lê hemî cure û rengên wan bi heman awayî dixebitîn. Qutîkeka bi duqul bû, sûtemeniya wê bi giştî zeyt yan jî duhn yan bez bû. Qula mezin ji bo dagirtina zeytê bû, ya piçûk ji bo fitîla ku ji pembo yan caw yan jî ji hin cureyên nexan pêk dihat. Hin ji wan destikek yan girêkeka piçûk pê ve bû.

Ew çira bi du qaliban dihatin çêkirin, ku herî tê de dihat kutan (Li wêneya hejmar 93 û 21 binêre). Ev awa ji aliyê çêkirinê ve ya herî hêsan û bileztir bû. Carcaran ew çirayê han bineqş bûn. Dibe ku ew neqş ji alyê endezariyê ve sade bin, lê carinan neqş û sembolên olî li ser neqişandî bûn.

Paşê, dolabê çêkirina gilêneyê ji bo çêkirina çirayan hatibû bikaranîn lewra şêweyên van çirayan bûne girover û ciyawaz. (li çiraya hejmar 29 û ya 55 binêre). Herweha boyaxa camî weke keresteyeka serbar ji bo tebûtkirina wan çirayan hate bikaranîn (Çiraya hejmar 69). Ji her malbatekê re gelek çira lazim bûn, ji ber vê yekê jî gelek çira di her careke vekolana şûnmayan de dihatin dîtin.

Mûmdank tiştên herî kêmbelav bûn (li wêneya hejmar 411 binêre), çêkirina mûman pirr beha bû, ji ber ku çêkirina mûmê bi hewceyî şana mêşê hingiv yan hin kêzikên din bû. Ji bo mûman nikarîbûn duhn yan bez bikar bînin ji ber bihna wan dê zor genî baya.

Mixabin, li Reqayê çi bermayên çirayên camî yên mezin ên ku bi zincîran bi binbanê mizgeftan ve dihatin daleqandin nemane, ew çirayê ku bi zeyt û avê dihatin tijîkirin û bi fitîleka berdayî pêdiket. Li gel wisa jî nîşaneyek li mizgefta mezin hate dîtin ku şûna hin çirayên cuda û giranbeha hebûn, ew jî bi navê (Sureya) ne. Ev peyalên camî yên piçûk mîna qedehên meyê yên bêbingeh ku bi toreka bronz ku ji 7 - 16 çirayan pêk tê dihatin girêdan. Li mizgeftê, bi dehan ji van çirayan hatin vedîtin, lê tev jî bê tor bûn. (Çirayên di wêneyê de berbijêr ve ne).

Çirayên ku bi zeytê pê diketin, dîroka wan vedigere di navbera çerxa nehem û yazdehem de ye: Camî ye û bi awayekî kûr û bi destikinên kin in.

Wêneya hejmar 29. Dirêjahî 8.5 cm, bilindahî 4.6 cm. Cihê lêdîtinê: nediyar e.

Wêneya hejmar 55. dirêjahî 8.8 cm, bilindahî 4.6 cm. Cihê lêdîtinê: nediyar e.

Wêneya hejmar 69. dirêjahî 8.6 cm, bilindahî 4.8 cm. Cihê lêdîtinê: nediyar e.

Çirayên hêkane bi zeytê pê diketin, bi rêya qalib hatine çêkirin.

Wêneya hejmar 21. dirêjahî 9.4 cm, bilindahî 3.3 cm. Cihê lêdîtinê: nediyar e.

Wêneya hejmar 93. dirêjahî 8.6 cm, bilindahî 4.3 cm. Cihê lêdîtinê: nediyar e.

Wêneya hejmar 411. Mûmdank, dibe ku vegere serayên Ebasiyan li bajarê Reqayê, Çerxa heştem/nehem. Bilindahî: 19 cm, Tîre: 11 cm.

Explore
Drag