Skip links

Jiyana rojane: derzî, zêruzêwer û alavên ciwankarîyê

Der barê pêşangehê de

Di demên kevn de berî zincîr û cilgir û pişkokan bi demeka dirêj, xelkê cilubergên xwe bi debus û tayan girê didan, her du parçeyên qumaş bi debus digihandin hev û ta li hawîrdor digerandin da ku tebût be. Ew debûs pirrê caran ji bronze dihatin çêkirin lê jixwe hin bihatir hebûn ku ji zêr û zîv çêdibûn û dibe ku bi yaqût û mercanan dihatin xemilandin. Piştî ku bajarê Reqayê talan bû, baş e ku hîn hin debûsên bronz lê hene.

Bê guman, xelkê ji mêj ve dirûtin kiriye. Wê çaxê derzî ji hestîyan çêdikirin û carcaran ji mahînê, ta jî ji hirîya pez yan bizin yan devehan dihate ristin, li gel tayên pembo û hevirmişê. Li her devereka lêgerînê, bi kêmanî alaveka hirîristinê hatiye dîtin, ew jî teşî ye. Bi rêya teşîyê wan hirîya xav dikire tayên dirêj, paşê, bi gelek awayan dihate ristin.

Çandina pembo bi kêmanî ji hezara şeşem ve li "Newala sindê" hatiye naskirin, paşê gihaye welatên rojavayê. Herweha, tevnên hevirmişê ku pêşî li welatê Çînê çêbûye û di rêya Newala sindê gihaye welatên rojavayê. Bi rêya belgeyên dîrokî yên sedsala 17em em dizanin ku li "Newala belîxê" zevîyên dara tûyê ji bo xwedîkirina kurmên hevirmişê hebûn.

Di karê çermsazîyê de, şûjin alaveka zor giring bû, ew jî ji hestîyan çêdikirin û mîna alaveka xurt a dirûtinê rehên ajelan bi hev ve girê didan.

Yek ji van debûsên ku em didin ber çavan alaveka firekar e ji ber ku wê du alîyên ne wek hev hene. Dibe ew weke alaveka ciwankarîyê bi kar bê bo danîna kil yan zeyta bihndar, dibe jî ku weke alaveka pizîşkî li şûna kevçî bi kar bê. Berhemên ciwankarîyê li ser tehtekê têne danîn wek çawa di wêneya 463 de û bi wî debûsî tê tevdan.

Bedbextne, tu xişlên ji keresteyên biha îrorojli mûzexaneyê nemane. Li gel debûsên ku ew jî mîna cureyeka taybet a cilubergan têne hesêb, hin xişlên sade lê gelêrî mane: xelekên ku ji şrytanokeyan bi gelek awayan bi kar dihatin, gustîlk, yan bi hinek morîk re dibûn ristik yan jî ew bi qumaş ve dihatin dirûtin ku ciluberg pê ciwantir dibûn.

Wêneya 205: Teşî, dibe ku ji mermerê hatibe çêkirin. Cihê lêdîtinê: Til-elsebî-elebyedh. Tîre: 3.9 cm, Bilindahî: 0.5 cm.

Wêneya jimar 251 teşîyeka gilêne. Cihê lêdîtinê: ne naskirî ye. Tîre: 7.2 cm. Bilindahî: 0.7 cm.

Wêneya jimar 725 debûseka bronz. Cihê lêdîtinê: ne naskirî ye. Dirêjayî: 19 cm. Tîre 0.3 cm.

Wêneya jimar 722 debûseka bronz. Cihê lêdîtinê: Til xanim elelî. Dirêjayî: 10 cm. Tîre: 0.3 cm.

Wêneya jimar 807 debûseka bronz. Cihê lêdîtinê: Til xanil elelî. Dirêjayî: 13.0 cm. Tîre: 1.0 cm.

Wêneya jimar 758 alaveka bronz. Cihê lêdîtinê: ne naskirî ye. Dirêjayî: 20.0 cm. Tîre: 1.1 cm.

Wêneya jimar 897 debûs/ kevçîyekî bronz firekar. Cihê lêdîtinê: Til-elsebî-elebyedh. Dirêjayî: 11.7 cm, Stûrî: 0.3 cm.

Wêneya jimar 463 kevirekî piçûk ê berezîv bo ciwankarîyê dihate bikaranîn. Cihê lêdîtinê: ne naskirî ye. Pehnayî: 9.9 cm. Dirêjayî: 7.5 cm. Bilindahî: 0.8 cm.

Wêneya jimar 720 xelekinên şeytanokan. Cihê lêdîtinê: Til-elsebî-elebyedh. Tîre: 2.2 cm, Stûrî: 0.3 cm.

Wêneya jimar 806 morîkên hestî. Cihê lêdîtinê: ne naskirî ye. Tîre: 0.7 cm. Stûrî: 0.1 cm.

Explore
Drag