


Jiyana rojane: kelupelên malê
Der barê pêşangehê de
Heyberên li vê aşpêjxaneyê taweyên biraştinê û amanên hilanînê bi giştî û sadeyî xuya dike û ka xelkê çi xweşik û bisûd û guncawî malên xwe di wan demên pêş de didîtin. Ciyawazîya wan tawe û amanan ji yên îroroj ne pirr e lê tenê di keresteyên bikarhatî de ye: îroroj tawe ji aluminyum, pola yan misê têne çêkirin, û bêjing ji lek yan ji polayê çêdibin. Lê tev wilo, hin kes heta roja îro li gelek aşpêjxaneyên dunyayê hene ku xweşîyê hin xwarinan, li cem wan, tenê ku di amanên gilêne (fexar) de bêne pijandin.
Li gel ku em îroroj amûrên kehrebayî li şûna destaran bi kar tînin, lê em hîn jî hawin û mîkutên bazilt yan granît yan mermer bi kar tînin û em hîn jî bi heman şêwazê berî heft hezar sal (li wêneyên jimar 531, 472, 575 binêre) kêran disûn wek çawa wan çaxan xelkê bi keviran kêrên xwe tûj dikirin (li wêneya jimar 453 binêre).
Bijartina amanan ne girêdayî tu sedemên hevdemî ye lê girêdayî awayê bikaranîna wan amanan. Me hin amanên devvekirî wek sênîkan hene û hin devgirtî wek şûşe û guldank û abrêj û misînan jî hene. Ew amanên girover û bêpê hewcedarî awayeka din a rûnandinê bûn: ku mirov nikarîba wê di qûmê de rûnîne wî ew bi ta ve girê dida (li wêneya jimar 238 binêre) yan ew li ser dikeyan datanî (li wêneya jimar 165 binêre).
Dîroka van parçeyan di navbera hezarê sêyem bz heta sedeya nehem P.Z anku çerxa desthelata ebasîyan, ji pêvî amanên vexwarinê û destaran ku keresteya wan gilê şewandî ye.
Xweş tê dîtin ciyawazîya di navbera amanên bikaranînana rojane û misîn û kaseyên payebilind ên çerxa ebasîyan. Misînê gilêne yê mezin (wêneya jimar 776) bi şêweyekî nîvgirover ê stûdirêj û bi destik û pehnî hatiye çêkirin. Badeya meyê (wêneya jimar 690) ji cama feyrûzî a ku li bajarê Reqa ya ebasîyan berbelav û naskirî bû, herwekî li vir tê dîtin:
