


Xanî û Gulistanên Çaktir
Derbarê pêşangehê de
Di serdema Ebasîyan de, di navbera salên 796an û 809an de, Reqa bû paytext. Textê desthilatê ji Baxdayê çû Bakurê Sûrîyayê; ji Dicleyê çû Feratê. Wê demê, ew împeratorîya herî mezin a serdema xwe bû. Sînorê wê ji Deryaya Spî dest pê dikir û digiha Hindistanê. Nêzîkî 13 salan, Reqa navenda vê împeratorîya gewre bû.
Ji bo vehewandina navenda gewre ya desthilatê, devereke berfireh a bi qasî bi dehan hektaran hat bipêşxistin. Vê deverê koşk û qonax, avahîyên xizmetguzarîyê, gov û axur, kanal û binesazî bi temamî di nava xwe dihewandin. Ev hemû kar di nava demeke kurt de çûn serî. Ji ber wê, qesr û qonax bi kelpîçan hatin avakirin. Li gel cîbicîkirina lezgîn jî, dîwarên zivir bi gêça spî hatin seyandin û carinan bi frîzên bedew hatin xemilandin. Ev frîz bi gêça ter hatibûn kolan û qoqilandin.
Derîyên deverên fermî bi frîzên bi şêwazên bêhejmar ên ji rez, tirî, pelên daran û kulîlkan wergirtî hatine xemilandin. Kenarên wan jî bi dîzaynên endazeyarî yên cihêreng hatine nexşandin. Ev nexş di nav çar dîwarên odeyên taybet de bi tenê asê neman, çimkî ew ketin nava odeyên fermî jî, nemaze mihrabên nimêjê yên ku ji gêçê hatine çêkirin û berê wan li başûr e. Li van mihraban, endamên koşkan nimêjên xwe teketek an bi komî dikirin.

Mihrabên nimêjê li koşka Byê. Kolan û ladanên tîmên Sûrîyayê (1950-52)
Reqa, frîzên gêçîn ên ji koşkên Ebasî yên sedsalên 8 û 9an. Ew şêweyên rezan û goşîyên tirî yên daleqîyayî di nav xêzên endazeyarî de hildigirin.
Reqa, frîzên gêçîn ên ji koşkên Ebasî yên sedsalên 8 û 9an. Ew rehên ruwekan li gel pelên mezin ên daran ên di nav xêzên endazeyarî yên belî sade de hildigirin.
Reqa, qesrên Ebasiyan, sedsala 8/9. Çîçek spî, xêzkirî û jêkirî. Frîzên fireh ku nebatên bi pelên ducar ên mezin di navbera bendên geometrîkî yên hêsan de nîşan didin.
Reqa, Koşka Rojavayî, sedsalên 8 û 9an. Mihrabeke mezin a sêbeşî ku ji gêça spî hatiye çêkirin û pelên daran ên cihêreng di nav xêzên endazeyarî de hildigire.