Skip links
Dîroka me

Pêşveçûna

Muzexaneya Reqayê

Muzexaneya Reqayê avahiyekî hikûmetê bû berê, lê piştre bû cihekî çandî, ku tê de berhemên kevnar û vedîtinên arkeolojîk ên mayî ji hezarsala heftemîn a berî zayînê heya serdema navîn a Îslamî tevî kêşeyên şer û talankirinê tên nîşandan.

Destpêkên dîrokî

Avakirin û bikaranîna destpêkê

Avahiya vê mûzexaneyê di sala 1861ê de wek ciyê seraya Osmaniyan hatiye avakirin, û navê wê di hin çavkaniyên dîrokî de derbas bûye.

Li qata yekem hin peydakirîyên ji serdemên rojhilatî yên Kevin yên ji girê ALBAYA, Reqa Kevin, girê HELAWA û girê ALABED li qeraxa rojhilatî Feratê tên dîtin, herwiha li qata duyem hin parçeyên arkeyolojîk ên ku divegerin serdema islamî ya pêşîn wek qesrên Ebasî û mizgefta mezin li Reqayê, û hin peydakirîyên ji QESR ELBENAT û hin peydakirîyên din ji taxên pîşesazî li Reqayê wek girê ALZûCAC, girê ASWAD û girê ALFAXAR, tên dîtin.

Ev avahiya, ku ji du qatan pêk dihat û baxçeyekî wê yê paş hebû, ta sala 1946 an wek navenda hukumdarê fransizî bû. (Tirêkên erdê yên rengîn ên balkêş in, belkî ji Fransa tê import kirin!)

Veguherîna ji hikûmetê bo çandî

Ji karanîna hikûmetê bo karanîna çandî

Ji sala 1946 an ta sala 1963 ev avahî bû navenda sereke ya polîsên Reqayê. Şûnde ji sala 1963an ta sala 1981an de wek navenda parêzgeha Reqayê hate bikaranîn.

Di cotmeha sala 1981an de ev avahî bi navê mûzexaneya Reqayê hat vekirin, û konfransa navnetewî ya dîroka Reqayê şanazî pê kir û jibilî salonên pêşkêşkirinê yên ku li hundir, û baxçe tevlî hin parçeyên arkeyolojîk ên mezin û giran ku di pêşangeha mûzexaneyî de bûn kirin.

Di deh salên şûnde hin ofîsên din jî li mûzexaneyê zêde bûn wek rêveberiyê û karmendên gerînendeya giştî ya şûnwar û mûzexaneyan, û hin depo li qata jorîn.

Ta destpêka kirîza Sûriyê di sala 2011de, vê mûzexaneyê hin parçeyên arkeyolojîk ji bêtirî 12 projeyên navdewletî yên lêkolinê li parêzgeha Reqayê pêşkêş dikirin. Berhemên van lêkolînan demek ji serdema pêşdîrokî di hezarsaliya heftan ya berî zayînê ta serdema islamî ya navîn di sedsalên 12 – 13 yên zayînê û şûn de şirove dikir.

Serdemeke nû ya ronakbîriyê

Koleksiyon û pêşangeh

Li deriyê sereke, mihvan bi 3 tabloyên mozayîkê yên mezin, yên ku li TEL HELAWA hatine dîtin, dihatin pêşwazîkirin, lê van her sê tabloyan zirareke mezin di dema Daişê de dîtin, û hîn şûna wê zirarê li ser wan xuya ye tevli nuhkirina dawî.

Berê hin parçeyên arkeyolojîk ên giring ên ku di lêkolînên ku li girê MIMBAQA û girê şêx Hesen yên ku li qeraqxa rojhilatî Firatê dikevin û HEMAM ELTURKMAN û girê ALSABî ALABIAD ên ku li geliyê Belîx dikeve û girê Xwêre yê ku di navbera çemên Belîx û Xabûr dikeve, hatibûn dîtin, li qata jêrîn hatibûn pêşkêşkirin.

Di pêşangeheke taybet de kopiyayek heman original ji xezîneya Resafê ya zîv a ku ji 5 sênîkên ku ji serdema xaçparêzan di sedsala 12 – 13 de ji tirsa Mogolan hatibûn veşartin berî dagirkirina wan di sala 1269 an de wek tê diyarkirin, hat pêşkêşkirin. Li qata yekem hin peydakirîyên ji serdemên rojhilatî yên Kevin yên ji girê ALBAYA, Reqa Kevin, girê HELAWA û girê ALABED li qeraxa rojhilatî Feratê tên dîtin, herwiha li qata duyem hin parçeyên arkeyolojîk ên ku divegerin serdema islamî ya pêşîn wek qesrên Ebasî û mizgefta mezin li Reqayê, û hin peydakirîyên ji QESR ELBENAT û hin peydakirîyên din ji taxên pîşesazî li Reqayê wek girê ALZûCAC, girê ASWAD û girê ALFAXAR, tên dîtin.

Mîrateya kifşkirî û pevçûn

Zirar û rehabîlîtasyon

Di salên ku bi salên desthilata dewleta islamî de tên naskirin, mûzexaneya Reqayê rastî dizî û zirarên mezin hat, û piştî bidawîanîna şer, tevahiya bombeyên li derdora mûzexaneyê ji aliyê kompaniya (Tetra Tech) hatin rakirin, herwiha rêxistina Emrîkî ya lêkolînên rojhilatî (ASOR) yekemin lêkolîn li deverê kir.

kifşkirina Koleksiyonên cihêreng

Rehabîlîtasyon ji hêla La Guilde (2019)

Di sala 2019 an de, mûzexaneya Reqayê ji aliyê komeleya fransizî (La Guilde Européenne du Raid) bi hevkariya hin rêxistinên xwecihî wek rêxistina ROYA û rêxistina (IMPACT) bi hemahengiya desthilata xwecihî (encûmena Reqayê ya sivîl) hat nûkirin, herwiha ev kar bi saya alîkariya diravî ji aliyê dezgeha (ALIPH) bi ser ket.

Di sala 2022 an de û bi heman hevkaran re, dest bi projeya nûkirin û parastinê bi armanca hejmartina parçeyên arkeyolojîk ên mayî û pakkirina rewşa hilanînê bû, herwiha amadekirina pêşangeheke demkî ji bo lêvegera mirovan li bingeha xwe ya resen.

Muzexane di Mijdara 2023-an de ji nû ve ji raya giştî re vebû, encama xebata pênc salan ji hêla hemî hevkaran ve.

Dîroka nûjen

parçeyên arkeolojîk yên windayî

Lê mixabin, ji 8000 parçeyên arkeyolojîk ên ku li Reqayê bûn ji bilî 880 parçeyên arkeyolojîk pêve nemane, nuha nayê zanîn bê ciyê wan parçeyên windayî li ku ye, lê tê texmînkirin ku piraniya wan li bazara parçeyên arkeyolojîk ya neyasayî hatine firotin.

kifşkirina dîroka bajêr

Explore
Drag