Skip links
Dîroka me

Reqayê

Bajar

Bajarê Reqayê dikeve ciyê ku çemê Feratê rastî çemê Belîxê dibe, kevintirîn ciyê niştecîbûnê li vê deverê ku tê naskirin bi navê girê Zêdan, divegere serdema berî dîrokê, ev gir dikeve rojhilatî bajarê nû, jiyana li vê deverê ji hezarsala şeşem a berî zayînê ve ta hezarsala çarem berî zayînê berdewam kir. Li vê deverê hin şûnmayên çanda Til helefê ya ku divegere şeş ta pênc hezar salî berî zayînê hatin dîtin, herweha ku divegerin serdema Ubeyd a misî ya berî pênc ta çar hezar salan berî zayînê.

Tutul/Tel Elbeyaa

Di serdemên rojhilatî yên dîrokî yên Kevin de, bajarê Tutul (ê ku nuha bi navê Tel ELbayaa tê naskirin), xaleka derbasbûnê ya giring ji bo riyên bazirganiyê di navbera Heleb û Derya spî li rojava bû, Marî li rojhilat, Qetena (nêzîkî Humsê) li başûr û newala Belîxê li bakur.

Û wek belge li ser vî tiştî sûrha bajêr a mezin, qesr, ciyê niştecîbûnê yê fireh û belkî jî bendera girêdayî Feratê, û ev tevde nîşanê pêşketina ku Tutul.

Di wê demê de girêdayî şahnişînîya Marî bû, tê de bû.

Ji destpêka sedsala 6an ji zayînê, bi kêmayî 2 dêrê xiristiyanan li Reqayê hebûn, yek ji wan li Tel ELbayaa bû û navê wê "Zekka" bû, piştî lêkolînên ku tê de bûn gerek keşîşxanî tê de hatibûn dîtin ku ferehiya wê nêzîkî 2500 metreyê çargoşe bû, tevli mozayîka ku di 2 odeyan de hatibû dîtin ku dîroka mozayîka odeyekê ji wan divegere salên 509 û 595 an, û ta nuha ew mozayîk di odeyên hilandinê yên mûzexaneyê de hilandî ne.

Kallinikos, Leontupolis, Nikephorion

Di dema helnîstîkê de, derdora 300 salî berî zayînê, bajarekî nû li başûrî Tel ELbayaa bi navê Nikephorion (kesê serkeftî) hat avakirin, ew nuha bi navê Mişlib tê naskirin. Ta fetha islamî, Reqa girêdayî şahinşahiya bîzentiyan bû tevlî ku ew di bin desthilata Sasaniyan de bû jî, û ew bi sûrheke bibirc parastî bû. Navê bajar gelek caran li gor daxwaza desthilatan hate guhertin û li gor jêderên yûnanî û latînî ew bi navê Kallinikos, Leontupolis dihate naskirin, yanjî Qisentîne û Nikephorion.

Reqa

Di sala 636/637 de yekemîn car Kalînîkos ji aliyê hêzên Ereban ve hate dagirkirin, û cara duyan di sala 639an de, û navê bajêr kirin Reqa, di nava bajêr de mizgefta mezin (mizgefta Emewî) bi minareya xwe ya çargoşe ya ku ta destpêka sedsala bîstan hebû wek ku wêneyên zana û rêwiyan diyar dike. Di avakirina vê mizgeftê de stûnên Kevn ên ku şûnde wek kêlê goran di goristana li derdora gora "Uweys Elqerenî" de hatin bikaranîn, hatin bikaranîn, û tevlî ku ev mizgeft ji zû de hatiye hêrivandin lê heye ku pilana wê ya ne sazkar li hewşa lîseyê parastî be.

Minareya Mizgefta ar-Raqqa/Kallinikos (Max von Oppenheim, 1913)

Elrafîqa

Di sala 771/772 de xelîfeyê ebasî ferman da ku bajarekî nû yê baş parastî li rojavayî Reqayê bê avakirin, û navê wî bajarî "Elrafîqa= Rêheval" anku "hevala Reqayê", lê piştî demeke kurt hat xuyakirin ku ev nav nehatiye qebûlkirin, şûnde herdû bajarên li rex hev bi navê "ALreqetan" anku "herdu Reqa" hatin naskirin, şûnde bi navê Reqayê tenê hat naskirin, û bû bajarê herî mezin piştî Baxdayê û ji Şamê bi xwe jî mezintir bû.

Taybetmendiya sûrha Elrafiqayê ew e ku wek nala hespê ye, dirêjbûna wê 5.4 km. Ye, di bajêr de torek ji riyên milkêş hebû û di nîvê wê de mizgefta mezin hebû, û tê gumankirin ku qesra xelîfe di rex de be, lê tu şûnmayên avahiyan ku vî tiştî tekez bikin nemane û belkî pirbûna porselanan li Reqayê, ya ku tê naskirin bi "malê Reqayê" ya ku hat dizîn û firotin piştî lêkolînên ne yasayî di dawiya sedsala 19 de, wek nîşanekê li ser vî tiştî be.

Pitşî 25 salan, xelîfeyê ebasî yê herî navdar "Harûn Elraşîd" Reqa kir navenda xwe ya nû û paytexta xwe ji Baxdayê anî rojava ji bo şerê bi şahinşahiya Bîzentî re asantir bibe, û bi vî awayî navenda desthilatê bi tevayî hat guhertin û qesreke mezin bi firehiya 10 hektaran li bakur û bakurê rojhilatî bajarê cêwî ava kir. Em dikarin derdora 20 cihên avahiyan ku li gor pîvanên arkeyolojîk hatine şirovekirin nas bikin.

Ya baş ew bû ku dever gelek caran di riya wêneyên esmanî de di destpêka sala 1924 an de hate belgekirin, di van wêneyan de em dikarin cihê avahiyan û kenalên avê ,riyan û cihê cirîda hespan ji hev derxin, lê dîwar ji rengê axa li dora xwe nayên naskirin ji ber ku ev dîwar bi kelpîçên axê hatine nûkirin.

Pêdiviya vê deverê ya avê bi rêya 2 kenalan ji bakur û rojava dihat, kenala çemê Nîl ji bo anîna avê ji rojavayî Hîreqle dihat bikaranîn, û kenala bakur ji bo anîna avê ji geliyê Belîx, û her qesrek bi rêyekê bi van kenalan ve dihat girêdan.

Dahateyên Reqayê di wê demê de ji gelek çavkaniyan dihatin, ne bi tenê ji çandiniyê, Reqa bi çandina darên zeytûn û tirî navdar bû, herweha bi çêkirina sabûnê, û bazara koleyan hebû ku ta 6000 koleyî dikarîn bifiroşin, û metranê Qibrisê yê ku bi 2000 dînar hatî firotin yek ji wan bû, herweha belgeyên Kevn didin xuyakirin ku di geliyê Belîx de darên tûwan dihatin çandin ji bo xwedîkirina kurmê hevrîşmê û çêkirina hevrîşmê, û bendereke Reqayê ya hundirîn ya mezin û giring hebû lê ta nuha cihê wê nayê naskirin.

Vekişîn û serdestî

Bi deh salan, Reqa ma wek bajarekî zor giring û parastî ji aliyê leşkerî ve di bin desthilata Ebasiyan de, tevlî vê yekê jî di dawiya dehsala 9 an de bandora pirsgirêkên şahinşahiya Ebasiyan lê bû, û bi vî awayî gelek pirsgirêkên abûrî derketin û hejmara nişteciyan kêm bû ta ku bajar piçûk bû.

Di dema desthilata Hemdaniyan de, bandorek neyînî li Reqa û devera Cizîrê bi tevayî bû, û di destpêka dehsala 10 an de gelek hozên koçerên ereban ji Cizîra erebî gihaştin Cizîra Sûriyayê, û desthilatek ji xwe re ava kirin û bi vî rengî pişî sed salî Nûmeyriyan, yên ku tu armanc û hêviyên wan ên şaristanî tune bûn, dest danîn ser Reqayê, û tevlî ku hin nîşan li ser nûkirina mizgefta mezin hene lê wan zû dev jê berda.

Di nîvê duyan ê sedsala 11 an de û di bin desthilata Zengiyan de rewşa keleha Cehber baştir bû, çi ji aliyê çandiniyê çi ji aliyê bazirganiyê ve, bi vî awayî gelek projeyên avakirin û nûkirina avahiyan dest pê bûn. Dîroka avakirina Qesr Elbenat û dergehê Baxdayê û minareya mizgefta mezin divegere wê demê, herweha "malê Reqayê " gihaşt pileyeka bilind di nav firoştyarên cîhanî de.

Piştî dagirkirina Mogolan Reqa û derdora wê wêran bû û jiyana mirovan çend sedsalan jê winda bû, ta ku vegeriya wek bajarekî piçûk di dema Osmaniyan de di sedsala 16 an de, di wê demê de benderek lê çêbû, û şûnwarên Kevn didin nîşan ku kelayek pirr xweşik lê hebû û tê gumankirin ku ew Qesr Elbenat be, herweha di sedsalên şûnde şer di navbera koçerên ereban û Osmaniyan de berdewam bû.

Dîmena Reqayê ji peravên başûrê Firatê (piştî FR Chesney)

Dîroka nû: Sedsala 19 an û destpêka sedsala 20 an

Piştî êrîşeke leşkerî di meha îlonê ta mijdarê ji sala 1864 an de, Osmaniyan Reqa vegerand bin desthilata xwe û nevendeka leşkerî li bakur û rojavayî sûrha bajêr ava kirin, tê texmîn kirin ku di dema avakirina sarayê (ya ku avahiya mûzexaneya nuha ye) de be. Di destpêka sedsalê de, nişteciyan debara xwe bi bazirganiya bi koçerên ereban re dikir û çandina sûsê (di navbera Tel zêdan û Reqayê de) û bazirganiya şûnwaran a neyasayî.

Berî demeke kurt ji destpêka şerê cîhanî yê duyem, derdora 300 malbatî li vê deverê hebû, piraniya wan li rojhilatî sûrha bajêr dirûniştin, di gund de mizgeftek, bazarek piçûk, çayxaneyek, postexaneyek, navendek leşkerî û kargeheke çêkirina sûsê hebûn. Bi sedema pirsgirêkên ku piştî şer derketin, Reqayê serxwebûna xwe ragihand û piştî salekê ji guftugoyên zor û operasiyonên leşkerî lihevhatinek li ser sînoran çêbû û Reqa ket bin desthilata Fransayê de.

Di sala 1942 an de hêza Brîtanyayê pêşxistinek baş kirin bajêr de, gava ew pirên Kevn rakirin û di şûna wan de pireke hesin ava kirin, bi vî awayî gihaştina bajêr zûtir û hêsantir bû, di encama vî tiştî de bajar bi pêş ve ket û bazirganî geş bû. Di dawiyê de, Sûryayê serxwebûna xwe di 17 nîsana 1946 an de ragihand.

Lêkolînên zanistî yên ku li Reqayê çêbûn û derbarî Reqayê de

Lêkolîneka zanistî derbarê bajarê islamî di salên çilan de ji sedsala buhirî de çêbû, hin zanyarên wek Cîrtrod, Frêdrîk Sar û Arnêst Hêrtsfîld di destpêka sedsala bîstem de serdana cî kirin, û şûnwarên wek mizgefta mezin, Qesr Elbenat, dergehê Baxdayê û minareya mizgefta Emewî li Mişlib û sûrha bajêr belge kirin, lê tevlî vî tiştî jî nikarîbûn şûnwarên ji derveyî bajêr nas bikin ji ber ku ew baş nehatibûn nûkirin. Di sala 1944, xortê bi navê "Nesîb Selîbî", yê ku di gerînindeya şûnwaran a Sûryayê de kar dikir, hat erkdarkirin da ku lêkolînê li hin deverên derdora Qesrê bike piştî ku lêkolîn li ser wêneyên esmanî hate kirin.

Gerînendeya giştî ya şûnwaran li Sûryayê karê xwe yê lêkolînê li hundur û derveyî bajarê Reqayê (ya ku di wê demê de gelekî fire bûbû) berdewam kir, di vê derbarê de êkîpa "Pisporên Reqayê" bi serperiştiya Nesîb Selîbî û Qasim Tewîr gelek kar ji bo nûkirina qesran (a, b, c) kirin, mizgefta mezin, Qesr eLbenat û sûrha bajêr ta salên şêstî, û beşdarbûna gerînendeya şûnwaran a Reqayê di vî karî de cihê spasiya navnetewî bû.

Li rojavayî bajêr, Qasim Tewîr lêkolînek derbarê şûnmayên Hîreqla çêkir û di gelek kovarên zanistî de belav kir.

Di navbera salên 1980-1995'an de Komela Rojhilatnasî ya Alman (DOG) li Tall Bi'a, bi serokatiya Eva Strommenger, kolandin pêk anî. Encamên vê lêkolînê di çend cildên mezin de têne weşandin.

Di navbera salên 1981 – 1994 an de amojgeha almanî ya şûnwaran li Şamê karê lêkolînê derbarê serdema islamî ya pêşîn li devera Qesrê berdewam kir, û bi hevkariya gerînendeya şûnwaran a xwecihî lêkolîn li derdora mizgefta mezin, dergehê bakur ê sûrha bajêr û tevahiya sûrhê bi xwe berdewam kirin.

Di salên 90 an de, êkîpeka Brîtanî ji zanîngeha Sheffield bi serpereştiya Julian Henderson, lêkolînek li herêma pîşesaziyê, ya ku divegere destpêka serdema islamî " di navbera herdu Reqayan de", ew devera navdare bi çêkirina gilêneyan, şûşe û sênîkên camî, û cihê Tel Elfexar û Tel Elzucac bû, kir.

Dîroka muzeyê kifş bikin

Explore
Drag