Skip links

Xwedawend an Mirov: Peykerên piçûk ên gilêne

Der barê pêşangehê de

Li niştecihên kevnar ên rojhilatî û di hezarsala sêyem û duyem a berî zayînê de, peykerên piçûk ên ku hinekî şêweyê mirovan in, bi hejmarên mezin hatine dîtin.

Piraniya van peykeran ji bedenekî , rast û dirêj hatine çêkirin, li jêr fireh bûne û rast bibin. Mixabin serê van peykeran gelek caran ji laş veqetandî bûn, ji ber ku ji hev cuda dihatin dîtin. Ev peykernê han bi şêweyê çûkan in û carinan bi çavên pirr mezin têne nîgarkirin. Herwisa tê dîtin ku zêr bi wan ve hene, ji ber ku hin ji wan gerden û guharên ku bi awayekî pirr hêsan hatine çêkirin li xwe dikin, mînak ev gerdan û guhar bi perçeyên herîyê yan jî bi qelşan têne çêkirin. Hin ji van peykeran cil û bergên wek şaşikan li xwe dikin yan bi şkinînên tevlihev porê xwe nîşan didin.

Komeka mezin ji van peykeran jinên "dayik" ku zarokek di himbêzê de nîşan didin. Komeka din jî ya jinan nîşan dide ku destên xwe ber bi sînga xwe ve hildane û carinan bi destên xwe sîngên xwe dinixumînin yan hildidin. Ew jî zêran li xwe dikin, lê xuya ye ku porê wan ne dirêj bû.

Wekheviyeka eşkere di navbera hin ji van peykeran û peykerên kevirîn ên ku di peristgehên kevnar ên hezarsala sêyem a rojhilatê de hatine dîtin de. Ji neqşên li ser milên van peykeran, tê zanîn ku ew ji hêla jin û mêrên dîndar ve wekî qurbanî hatine pêşkêşkirin ku şûna wan di peristineka herdemî de li pêş xwedawendên wan bigirin. Gelek dîndarên di van peykeran de bi çavên mezin û fireh ên ku gilêneyên çavan ji mermer, şêl, qar û lazewerd jî hatine çêkirin.

Komeka mezin a din ji prykerên piçûk ên ji heriyê hatine çêkirin jinên sîngtazî navranvedayî nîgar dikin. hebûna wan bi gelemperî bi Eştar (xwedawenda evînê û berberiyê li rojhilata kevnar) ve girêdayî ye. Van peykeran bi gelemperî weke omîd û xwesteka avisbûnê yan jî awayên din ên zayiniyê têne pêşkêşkirin

Ne diyar e ku ev peyker hemû ji bo heman armancê têne bikaranîn; Dibe ku hinek ji wan wek diyarî ji xwedawendên nêr û mê re hatibin pêşkêşkirin, wek peykerên kevirîn ên herî mezin û biha. Dibe jî ku hin din, di heman demê de, tenê weke lîstokên kevn ên zarokan bin.

Wêneyê hejmar 133. peykerekî ji herîya biraştî ya hezarsala duyem / nîvê hezarsala sêyem bz. Jineke desthildayî (yek ji destên wê winda ye) gerdenîyek li xwe kiriye. Cihê lêdîtinê ne diyar e. Dirêjahî: 9,7 cm, Pehnayî: 2,3 cm

Wêneyê hejmar 132. peykerekî ji herîya biraştî ya hezarsala duyem / nîvê hezarsala sêyem bz. Jineke rahiştiye zarokekî û gerdenîyek li xwe kiriye. Cihê lêdîtinê ne diyar e. Dirêjahî: 11,3 cm, Pehnayî: 2,4 cm

Wêneyê hejmara 130. Peykerekî ji herîya biraştî ya hezarsala duyem / nîvê hezarsala sêyem bz. Peykerê jinekê desthildayî, gerdeniyeka mezin û du bazin lê ne. Cihê lêdîtinê Tel Helawa. Dirêjahî: 13,8 cm, Pehnayî: 2,1 cm, Tire: 3,1 cm

Wêneyê hejmar 118. Di eslê xwe de, peykerekî piçûk ku vedigere hezarsala duyem û nîvê ya sêyem bz. Jineke tazî destvekirî (destek wê winda ye), xuya ye gerdeniyeka mezin li xwe kiribû. Cihê navran û navikê bi zelalî xuya ne. Cihê lêdîtinê: ne diyar e. Dirêjahî: 8,5 cm, Pehnayî: 4,1 cm, Stûrî: 0,5 cm

Wêneya hjimar 126. Peykerekî piçûk ku vedigere hezarsala sêyem/duyem bz. Rû wek ê balindeyekî bi sepoşeka mezin. Laş ji hêla teknîkî ve pirr razber e. Cihê lêdîtinê: ne diyar e. Dirêjahî: 8,7 cm, T 5,9 cm

Wêneya hejmar 127. Peykerekî piçûk ji hezarsala duyem û nîvê ya sêyem bz. Rû wek ê balindeyekî bi serpoşeka lihevgeriyayî û porekî dirêj, destên kin ji bo girtina tiştekî hatine qulkirin. Cihê lêdîtinê: ne diyar e. Dirêjahî: 10,4 cm, Pehnayî: 5,1 cm

Explore
Drag